Balafirên Rûsyayê 9 êrîş birin ser girên Kabanî yên li bakurê Laziqiyê û derdora gundên Erap Seîd, Besankul, Cûzef û Bara yên gundewarê Îdlibê.

Hat îddiakirin ku êrîşên esmanî yên li ser parêzgeha Îdlibê ya li bakurê rojavayê welat li dijî hedefên leşkerî, kampên perwerdeyê û atolyeyên hilberîna çekan hatine kirin.

Alîkarê Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê Oleg Ignasiyuk destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê li herêma kêmkirina rageşiyê li Idlibê êrîşên hesas pêk anîne. Wî îddia kir ku wan 3 navendên perwerdehiyê, depoyek û atolyeyên hilberîna balafirên bêmirov rûxandine.

Ignasiyuk angaşt kir ku ev êrîş ji bo ku komên li Idlibê bi balafirên bêmirov û roketavêjan êrîşî herêmên di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyeyê de nekin, hatin kirin. (ÎLKHA)