Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo hevdîtina bi Serokkomar Erdogan ra hat Enqereyê, bi Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir.

Barzanî paşê çû Beştepeyê û bi Serokkomar Erdogan ra hevdîtin kir. Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin de Wezîra Karên Derve Fîdan jî amade bû.

Tê texmînkirin ku piştî hevdîtinê daxuyaniyek bê dayîn. (ÎLKHA)