Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, tankerekî li nêzê xelkê û di nav de sotemenî hebû teqîya.

Derheqê bûyerê de ji teref berdevkê polêsê Jîgawayê Shiisu Lawan Adam ve daxuyanîyek hat dayîn. Adam weha got, “Di encama qezakirina tankera sotemenîyê de, sotemenî ket nav qenalê. Niştecîhên ku li herêmê dixwestin sotemenîyê bistînin, çûn cîhê qezayê. Di vê demê de jî teqîneke ku sedema wê nayê zanîn pêk hat.”

Adam diyar kir ku di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 94 kesan canê xwe ji dest dane, 50 kesan jî birîndar bûne. (ÎLKHA)