Li navçeya Kaleya Meletîyê di mezinahîya 5,9an de erdhejek pêk hat.

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî Xê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Piştî erdhaja ku li Meletîyê di mezinahîya 5,9an de pêk hat li bajarên me yên Meletî, Dîyarbekir, Riha, Xarpêt, Êlih û Dêrsimê ekîbên me yên AFAD û sazîyên eleqedar xebatên xwe yên lêgerîna sehayê didomînin.

Ji Navenda Banga Acîl a 112yan re 374 îxbar hatine dayîn. Ji van îxbaran jî 341ê wan agahî; 33yê wan jî bi armanca alîkarîyê ne.

Li Meletîyê 1, li Rihayê 1, li Xarpêtê jî 1 tev de di 3 avahîyan de hilweşînên qismî pêk hatine.

Zayîadên canî û meddî pêk nehatine.

Ji welatîyên me yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re daxwazîyên xwe yên derbasîyê pêşkêş dikim

Xwedê welatê me û gelê me ji afetan biparêze.” (ÎLKHA)