Sîyonîstên îşxalker, xeyn li başûrê Libnanê herêmên Bekaa û Baalbekê jî hedef digre.

Balafirên aîdê rejîma qatil li dijî başûrê Libnanê êrîşan li dar xist, di encamê de 18 kes şehîd bûn, herî kêm 15 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa ku li dijî navçeya Zehleya ku girêdayê wîlayeta Bekaayê ye hat lidarxistin de jî 3 jê zarok 5 kes şehîd bûn, 16 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku di encama êrîşên rejîma îşxalker de heta niha li Lilbnanê 104 jê zarok, 194 jê pîrek tevde 2 hezar û 350 kes şehîd bûn.

Hat ragihandin ku di encamê de 10 hezar û 906 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)