Karwana Hêvîyê ku li bajêr û çar alîyê Tirkîye û dinyayê xebatên bi belavkirina goştê sor, cil û berg, qirtasîye, pere, zexîre û amûrên dinê dike ji mihtacan re dibe hêvî.

Kermes li Dîyarbekirê di Qada Şêx Seîd de hatîye vekirin û ew ê heta 20ê Cotmehê roja Yekşemê vekirîbe.

Di kermesê de şîvên herêmî, şîranî, cil û berg, sol û amûrên malê têne firotan.

Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekirê Abdurrahîm Karadenîz, îfade kir ku ew pereyên ku ji vê kermesê bidestbixin ji bo êtîm û mihtacan xerc bikin.

Karadenîz, “Banga me ya ji dildar, endam û xêrxwazan re ev e ku ji vê kermesa ku me ji bo êtîm û mihtacan re vekirîye re bibin alîkar, ew dikarin şîva xwe ji li vê derê temîn bikin. Em ê bi qezencên ji li vê derê ji êtîm û mihtacan re berîya zivistanê lazimatîyan wek qocik, bot û êzingan bistînin. Ew ê kermesa me heta 20ê Cotmehê roja Yekşemê bidome. Di kermesa me de şîv, cil, sol, betanî û lazimatîyên malên ên dinê hene. Em ji hemû kesên ku dibin alîkar û wê bibin alîkar re teşekur dikin Xwedê ji wan razî be.” (ÎLKHA)