Qirkirin û qetlîamên rejîma îşxalker ên li dijî Xezzeyê berdewan dikin.

Îşxalkeran, heta serê sibehê êrîşî herêmê sîvîlan kirin.

Li gorî WAFAyê, balafirên herbê yên îşxalkeran navenda bajarê Xezze û Cîbalîyeyê, Xan Yûnis û Nuseyratê li dijî sîvîlan êrîşên asîmanî pêk anît.

Hat îfadekirin ku di êrîşa li Cîbalîyeyê de 4, li Taxa Zeytûna Xezzeyê 3, li Xan Yûnisê 10, li bajaroka El-Fuharîyê 7, li rojavayê Nuseyratê jî 5 Filistînî di encama êrîşên ku li dijî malên wan hatin kirin de şehîd ketin.

Di êrîşên de tê îfadekirin ku gelek kes birîndar bûne. (ÎLKHA)