Komxebata Nimêjê ya 6emîn a bi şîara “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” ew ê di 20ê Cotmeha 2024an roja Yekşemê de li Rihayê bê tertîpkirin. Bernameya ku ew ê di Eywana Konferansa Navenda Çand û Ciwanî ya Recep Tayyîp Erdogan de bê tertîpkirin, ji xelkê re jî vekirî be.

Rûniştina ewil a komxebatê wê di navbera seat 10.00-12.00an de, rûniştina duyemîn jî ew ê di navbera seat 14.00-16.00an de bê kirin.

Hat îfadekirin ku ew ê rûniştina yekemîn bi moderatortîya Osman Gulebak bê kirin. Ji rûniştinê re jî Doç. Dr. Veysel Kasar, Zekerîya Gezer û Vahdettîn Înce beşdarî bibin.

Rûniştina duyemîn jî ew ê bi moderatortîya Osman Yavuz bê kirin. Ji rûniştinê re jî Doç. Dr. Ahmet Tekîn, Ahmet Bulut û Dr. Sertaç Tekdal beşdarî bibin. (ÎLKHA)