Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li bajaroka Ayta eş-Şaabê 3 heb tankên ji modela “Merkawa”yê bi fuzeyan hedef girtine.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku her sê tank jî şewitîne û leşkerên di nav de jî mirine û birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku Cotgehên Şeba, Tepikên Kefr Şuba, Ruweysat el-Alemê jî îşxalker bi fuzeyan hatine hedefgirtin. (ÎLKHA)