Wezareta Tenduristî ya Libnanê, daxuyand ku rejîma îşxalker ji gelek herêman re êrîşa xwe ya asîmanî didomîne. Di encama êrîşên ku berdewam dikin de doh êvarê 3 kes hatin qetilkirin û 84 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve di êrîşa rejîma îşxalkeran de hejmarê mirovên ku hatine qetilkirin derket 2 hezar û 309an, hejmarê birîndaran jî derket 10 hezar û 782 kesan.

Ji bakur û paytext Beyrûdê re koç berdewam dikin, hikumeta Libnanê jî diyar kir ji 430 hezarî zêdetir mirov çûne Sûrîyeyê. (ÎLKHA)