Hikumeta Xezzeyê, destnîşan kir ku rejîma sîyonîst, “Ji bona ku dengê Filistînê qut bikin, rastîyan veşêr bidin, xeber û agahîyê ji xelkê herêm û navneteweyî re neghêjînin bi qestî rojnamegeran dikujin.”

Ofîsa Medyaya hikumeta Xezzeyê, daxuyand ku artêşa îşxalê di êrîşa ku li Xezzeyê pêk anît de, rojnameger Eymen Muhammed Ruveyşid ku wênegirê Televîzyona Eqsayê ye şehîd kir.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji 7ê Cotmehê vir ve ku rejîma îşxalker êrîşî Xezzeyê kirîye hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin jî derket 177 kesan. (ÎLKHA)