Wezareta Tenduristî ya Misirê, daxuyand ku otobûseke rêwîyan li herêma Ayn es-Suhnaya wîlayeta Suveyşê qelibîye.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li gorî diyarîyên ewil 7 kesan canê xwe ji dest dane, 25 kesan jî birîndar bûne.

Hat ragihandin mirovên birîndar ji Navenda Tip a Edlî re hatin rakirin. (ÎLKHA)