“Li Xezzeyê şevekê dinê jî ya tirsê. Êrîşekî dinê jî îsabeta hewşa nexweşxaneyê kir û konên ku însanan di nav de radiketin şewitand. Berîya vêya, li Nuseyratê dibistanekî aîdê UNRWAyê hat hedefgirtin. Heman dibistan îro ew ê ji bo navenda vaksînkirina felca zarokan bihata şixulandin.

Ji bo zarokên li Xezzeyê, berîya qutbûna perwerdehîyê, travma heye, birînên ku nayên dîtin hene, birînên psîkolojîkî yên ku ew ê tedawîyên wan gelek demekî dirêj be hene.”

Artêşa îşxalê doh êvarê konên Filistînîyên ku di hewşa Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê de bûn bombebaran kir, di encamê de gelek Filistînî şewitîn û şehîd ketibûn.

Di êrîşa ku li dijî dibistanekî hat lidarxistin de jî 15 jê pîrek û zarok tev de 22 kes şehîd bûbûn, 80 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)