Komîserê Giştî yê ÛNRWA Philippe Lazzarînî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gel di nava tirs û fikaran de ye û bi sed hezaran kes ku piraniya wan jin û zarok in ji bo peydakirina cihekî ewle neçar mane malên xwe biterikînin.

Lazzarînî diyar kir ku ekîbên ÛNRWAyê li saziyên ku koçberên Filistînî, Lubnanî û Sûriyeyî lê tên qebûlkirin, 24 saetan dixebitin û xizmetên piştgiriya derûnî didin zarokan û herwiha alîkariyên însanî didin koçberan.

Lazzarînî got, "Berfirehbûna şerê li Lubnanê me ji agirbesta ku ji bo sivîlên li herêmê pêwîst e, dûr dixe."

Di dema ku pêla koçberiyê ji herêmên başûrê welat ber bi paytext Beyrûtê û bakur ve didome de, hikûmeta Lubnanê ragihand ku zêdetirî 430 hezar ji koçberan ber bi Sûriyê ve koçber bûne. (ÎLKHA)