Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 373yemîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 52 sivîl şehîd kirin û 128 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 42 hezar û 227an û hejmara birîndaran jî derket 98 hezar û 464an. (ÎLKHA)