Hizbullahê ragihand ku şervanên berxwedanê danê vê sibehê bombeyek di nava komek kujerên îşxalker de bi cih kirine û teqandine.

Piştre hêzên berxwedanê bi van leşkerên dijmin û grûpa ku dixwestin derbasî bajarê Ramiye yê Libnanê bibin, ketin pevçûnê û di vê pevçûnê de gelek îşxalker hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî daxuyaniya Hizbullahê, pevçûnên bi çekên menzîla navîn û mîtralyozan hê jî didomin.

Her wiha Hizbullahê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan li baregeha Tel Şaar a li bakurê Filistînê bi topan êrîş biriye ser komek kujerên îşxalker. (ÎLKHA)