Di daxuyaniya ku li ser hesabê radyoya Xê ya îşxalê hat dayîn de hat gotin, “Emerîka ji bo amadekariya li dijî tehdîdên Îranê sîstema parastina hewayî ya THAADê li îsraîlê bi cih kir."

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê berê di Adara 2019an de pergala THAAD wekî beşek ji tetbîqatên berevaniyê yên hevbeş bi kujerên îşxalker re bi awayekî demkî bicîh kiribû.

Heya niha nayê zanîn ku şandina nû mayînde ye û gelo wê ev pergal di tora parastina îşxalkeran de were entegre kirin an na.

Şandina niha beşek ji amadekariyên îşxalkeran ên ji bo "êrîşeke mezin" li dijî Îranê tê dîtin. (ÎLKHA)