Di daxuyanîya ku ji teref hikûmetê ve hat dayîn de weha hat gotin, "Nîkaragua dê her tim bi gel û hikûmeta Filistînê re ku di bin îmha û barbarîyê de ye re piştgirî be. Nîkaragûayê bi peymanên navneteweyî re biryara qutkirina hemû têkiliyên dîplomatîk ên bi hikûmeta îsraîlê re da. Qanûn û peymanên ku têkiliyên sivîl ên di navbera dewletan de birêkûpêk dikin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em qirkirin, dagirkerî û êrîşên berdewam ên li dijî jiyan û rûmeta gelê Filistînê şermezar dikin. Ev êrîş niha li dijî gelê Lubnanê tê kirin. Sûriye, Yemen û Îranê tehdîd dike, aştiya herêmê û cîhanê dike nav telûkeyê."

Hat diyarkirin ku ev biryar ji aliyê Meclîsa Neteweyî ve bi yekdengî hatiye girtin.

Meclîsê bang li Serokkomar Daniel Ortega kir ku têkiliyên xwe yên bi rejîma sîyonîst re qut bike û îşxalker wek "dijminên mirovahiyê" îlan kir. (ÎLKHA)