NY: êrîşên îsraîlê hemû dûzena ku pişta xwe dide hiqûqa navneteweyî tesîrdar dike
Temsîlkarê Bilind ê Bêçekkirina Neteweyên Yekbûyî Izumi Nakamitsu weha got, “Rapora Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê dike ku dibe ku artêşa îsraîlê gelek caran bi bikaranîna çekên teqemenî yên berfereh li herêmên qelebalix ên Xezzeyê qanûnên şer binpê kiriye. Di heman demê de rêxistinên serbixwe diyar dikin ku ji Cotmeha 2023an heta Hezîrana 2024an îsraîlê 70 hezar ton bombe avêtine Xezzeyê, ku ev yek ji bombeyên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de avêtine ser Dresden, Hamburg û Londonê zêdetir e. Ev hema hema 5 qat ji bombeya nukleerî ya Emrîkayê ya ku Hîroşîma hilweşand zêdetir e. Bi dîtina we êrîşên sîstematîk ên îsraîl ku niha li herêmê belav dibin, bandoreke çawa li ser serkeftinên dîrokî yên di warê bêçekkirinê de dike?”
12.10.2024 11:25:20 / Xeberen Kurdi
Nakamîtsu diyar kir ku êrîşên rejîma sîyonîst tenê tesîrê li serkeftinên ku di warê bêçekkirinê de bi dest ketine nake û got, "Êrîşên îsraîlê tesîrê li tevahiya nîzama li ser bingeha hiqûqa navneteweyî dike. Divê welatên endam li rêzdariya hiqûqa navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî vegerin."
Nakamitsu got, "Peyamek pir zelal heye, divê em rêzgirtina ji hiqûqa navneteweyî re ji nû ve ava bikin."
Nakamitsu da zanîn ku ew lêkolînên taybet li ser bikaranîna çekên teqemenî yên mezin li deverên pir qelebalix dikin, Nakamitsu diyar kir ku çekên bi vî rengî tesîreke neyînî li ser civaka sivîl dikin û ew bi gelek welatan re dixebitin ku rê li ber bikaranîna çekên bi vî rengî bi awayekî berfireh bigirin. (ÎLKHA)