“Gavê herî biqewet ya ku li hember îşxalkeran bê avêtin derxistina rejîma îşxalker a ji NYyê ye”

Emîroglu ku îfade kir, “rejîma sîyonîst divê ji NYyê bê avêtin” weha got, “rejîma sîyonîst a îşxalker, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterresê ‘mirovê ku nayê xwestin’ îlan kir û têketina wî ya ji axên Filistîna îşxalkirî ‘qedexe kir’. Ev cûreta rejîma îşxalê, digel qetilkirina 40 hezarî zêdetir însanan a li Filistînê û Libnanê û di heman demê de bi êrîşkirina ji 4 welatan re îxlalkirina serxwebûnîyê encama axavtina qatil Netenyahu yê li kursîya Neteweyên Yekbûyî ye. Sazîya navneteweyî ku divê qetlîam û îxlalan bide sekinandin, hêj nikare personelên xwe jî biparêze, gava herî bi qewet ya ku li hember rejîma îşxalker ku dibêje NYyê nas nake derxistina wî ya ji NYyê ye. Li gorî şertên NY, biryara Dîvana Edaletê ya Navneteweyî ji ber ku rejîma îşxalker li gorî qanûnên vana hereketê nake hewceye ku endamtîya wî bê betalkirin. Divê Tirkîye di vî warî de însîyatîf bigre û di destpêkirina pêvajoyê de bibe serî.

Di heman demê ya qetlîamên li Filistînê li Libnanê jî qetlîamên mezin têne kirin. Ger ku rejîma sîyonîst ku ji hewayê bomberdûmaneke tund didomîne neyê sekinandin ew ê Libnan jî bikeve nav pêvajoya Xezzeya duyemîn, dûre jî ew ê dor dora Sûrîyeya ku hêj herba navxweyî neqedîyaye be. Alema Îslamê ya ku ev talûkeya li Xezzeyê nabîne ger ku îro li Libnanê jî gavan navêje ew ê hemû herêm bibe wek gola xwînê.”

“Divê alema Îslamê hemû cudahî û îxtîlafên xwe bide alî û were cem hev”

Emîroglu weha axavtina xwe dawî kir, “Îro Emrîka, Îngilistan, Fransa li hember herba di navbera Îran û rejîma îşxalker de li alîyê rejîma îşxalker dest bi hereketê kirine, welatên herêmê jî di nav herbê de ne encax ‘bêalîtîyên’ xwe îfade kirine. Welatên wek Çîn û Rûsyayê jî li gorî menfeatên xwe be jî îlan kirine ku ew ê destekê bidin Îranê encax mixabin welatên herêmê li hember vê xwînmija ku hatîye berderê wan û xwîna Misilmanan dimije xwe kerr, lal û kor kirine. Operayona ‘Weadê Heq 2’ ya ku ji teref Îranê ve bi fuzeyên hîpersonîk hatîye kirin, nîşan daye ku rejîma îşxalker ziîf e û li hember tîfaqeqî biqewet ew ê belawela bibe. Divê alema Îslamê hemû cudahî û îxtîlafên xwe bide alî û were cem hev, divê bi acîlî li hember vê vîrûsê hevkarîyek bê kirin.” (ÎLKHA)