Hat îfadekirin ku ew ê îsal 14emîn a pêşbirkê bê tertîpkirin û di pêşbirkê de gelek diyarîyên wek umre, zêr û computerê bêne dayîn. Serlêdana pêşbirkê wê di navbera 11ê Cotmehê û 17ê Çileya 2025an de li ser sîteya web a Evîndarên Pêxember bê kirin.

Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mele Beşîr Şîmşek, derheqê pêşbirkê de daxuyanîyek da û hemû xelkê jî dawetê beşdarbûna pêşbirkê kir.

“Barê ku li ser milê me ye cardin dinyayê bi tava Îslamê ronîkirin e”

Şîmşek, “Hemd ji Xwedê re ku me ji ummeta Pêxemberê dawîn ê ku ji aleman re wek rehmet hatîye şandin kirîye. Ew Pêxemberekî wisaye ku di wî de erdem, exlaq û hemû wesfên xweşik hene. Dema ku mînakbûna wî hat terkkirin gelek buhran pêk hatin, rûyê erdê dûçarê fesadîyê bû, gelek civak hem meddî hem jî menewî hilweşîyan. Însanê ku ji bo rûyê erdê wek xelîfe hatîye xeuliqandin, dinyayê kir cîhê fesadîyê. Digel hemû van xerabîyan barê ku li ser milê me dikeve, bawerîyeke baş û heq e ku em cardin bi ronahîya wî rûyê erdê ronî bikin.”

“Reçeteya xelasîya me bi Wî re ye”

Şîmşek îfade kir ku bêguman rêberê heq û edaletê Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) ye, “Rûyê erdê bi tava Şerîeta Muhammedî ronî dibe, însanîyet encax bi vê wesîleyê bighêje hizûr û ewlehîyê. Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember dizanin ku çareserîya herî xweşik û rast ên pirsgirêkên me û reçeteya xelasîya me bi Wî re ye. Em jî bi vê minasebetê her sal li çar alîyê Tirkîyeyê Pêşbirka Sîyerê ku diyarîyên wî hene tertîp dikin. Em ê pêşbirka vê salê jî di 9ê Sibata 2025an de tertîp bikin û hemû gelê xwe dawetî vê pêşbirkê dikin.”

“Em dixwazin ku ji mêjîyên pak û paqij re hezkirina Pêxember bicîhbikin”

Beşîr Şîmşek got, “Em wisa bawer dikin ger ku xebat zêde bibin ew ê mêweyên xwe bide û însanîyet jî ji tarîtîya delaletê bighêje nûra îmanê.” Û dûre weha berdewam kir:

“Armanca me li gorî vê ayetê ev e; ‘Sond be ku di Resûlê Xwedê de, ji bo we mînakek herî xweşik heye ku hûn pê emel bikin’ (Ehzab/21). Armanca me ev e ku em dixwazin bila hemû kes mînaktîya wî bixweyîne û hîn bibe. Em dixwazin ku ji mêjîyên pak û paqij re hezkirina Pêxember bicîhbikin. Çîmkî mînaka herî xweşik Ew e.”

Kategorîyên pêşbirkê û kitêbên ku jê mesul in:

Serokê Medya û Danasîna Weqfa Evîndarên Pêxember Fevzî Aydin derheqê kategorîyên pêşbirkê û kitêbên ku jê mesul in de agahîyan da û weha got:

“Kategorîya yekemîn: Xwendekarên sinifên 4 û 5 emîn.

Kategorîya duyemîn: Xwendekarên sinifên 6-7 û 8emîn.

Kategorîya sêyemîn: Xwendekarên Lîseyê, yanê sinifên 9-10-11 û 12emîn û yên ku perwerdehîya rûbirû nedîtine û piştî sala 2009an de hatine dinyayê.

Kategorîya 4emîn jî: Yên dinê (Mirovên ku derveyê van perwerdehîyên ku hatine gotin.)

Kitêbên pêşbirkê:

Kategorîya yekemîn û 2yemîn: Kitêba “Rêberê Herî Mukemmel Hz. Muhammed” yê Nivîskar Feyzullah Zerey ê ji weşangerîya Duayê hatîye derxistin.

Kategorîya 3yemîn û 4emîn: Kitêba “Beşîr û Nezir Hz. Muhammed” ku ji teref ÎDEVê ve hatîye amadekirin û weşangerîya Duayê derxistîye.

Şertên serlêdanê û agahîyên giştî:

Karên serlêdanê di navbera 11ê Cotmehê û 17ê Çileya 2025an de li ser sîteya web a www.peygambersevdalilari.com  bê kirin. Cîhê pêşbirkê ew ê dîsa li ser sîteya www.peygambersevdalilari.com  bê daxuyandin. Îmtîhan jî wê di 9ê Sibata 2025an de roja Yekşemê di seat 11.00 – 12.30yan de bi yek rûniştinê bê kirin.

Ew ê di pêşbirkê de du kitêbok ên wek A û Byê hebin. Di kitêboka yekemîn de ji bo kategorîyên yekemîn û duyemîn be û ew ê 60 pirs û 90 deqîqe be. Ji bo kategorîyên 3yemîn û 4emîn jî ew ê 75 pirs bêne pirsîn û ji wan re jî 90 deqîqe bê dayîn. Puankirin jî ew ê li ser 100 puanan bê hesapkirin.”

Diyarîyên pêşbirkê

Aydin îfade kir ku ew ê hemû diyarî li giştîyê Tirkîyeyê bêne belavkirin û weha got:

“Di kategorîya 1emîn de: Wek laptop, bisiqlet, tablet, seata biaqil ya destan ew ê temamî 400 diyarî bên dayîn.

Di kategorîya 2yemîn de: Wek laptop, bisiqlet, tablet, drone û teleskop temamî 600 diyarî bêne dayîn.

Di kategorîya 3yemîn de: Wek Laptop, zêra çarik, tablet, drone û teleskopê 150 diyarî bêne dayîn.

Di kategorîya 4emîn de: Wek Laptop, zêra nîv, zêra çarik û seatên mila tev de 150 diyarî bêne dayîn.

Xeyn ji diyarîyên ku hatin gotin ew ê 5 diyarîyên umreyê jî hebin. Ew ê ji vê diyarîyê jî ji bo kategorîya 3yemîn 2 kes, ji bo kategorîya 4emîn jî 3 kes biçin umreyê. Ew ê diyarîyên pêşbirkê bi vê şeklê bêne belavkirin.” (ÎLKHA)