Rayedarên polêsên mehellî, destnîşan kirin ku êrîş nîvê şevê hatîye kirin.

Di êrîşa ku li herêma Dukîyê hat lidarxistin de, komeke ku di nav de 35-40 kes hebûn, nêzê 30 deqîqeyan gule li ser karkeran reşandine.

Rayedarê Polêsan Humayun Xan, îfade kir ku mirovên êrîşdar madenên Şîrketa Komir a Junaidê bi çekên giran hedef girtine.

Mîlîtanên cudaxwaz ên li Belucistanê, bi giştî karker û şîrketên ku li wîlayetên cuda yên Pakistanê têne hedef digrin. Mîlîtanan bi vê şeklê bawer dikin ku çavkanîyên Belucistanê têne îstîsmarkirin.

Artêşa Xelasîya Belucistanê, xwedî li êrîşa ku di 26ê Tebaxê de hatibû kirin û di encamê de 39 kes miribûn derket. (ÎLKHA)