Di daxuyanîya ku ji teref platforma Xê ya Hîva Sor a Îranê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku nexweşxaneya sehraya li sînora Sûrîye-Libnanê hatîye vekirin ji teref sîyonîstan ve hat bombekirin.
Hat diyarkirin nexweşxaneya ku 56 cîh û depoya îlacê di nav de hebû di êrîşê de bi temamî şewitî.
Serokê Hîva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvend, destnîşan kir ku di êrîşê de candayîn pêk hatîye, “Hemû ekîbên me yên tenduristîyê di ewlehîyê de ye encax ambûlansên nexweşxaneyê, amûr û ekîpmanên tenduristîyê hatin îmhekirin.”
Hîva Sor a Îranê daxuyand ku, di 6ê Cotmehê de nexweşxaneya sehrayê hatibû vekirin. (ÎLKHA)