Li gorî xebera WAFAyê rejima qatil, li rojhilata Tulkerîmê li alîyê herêma Cebel es-Salîhînê wesayîtekî hedef girt.

Di encama êrîşa ku bi ÎHAyê hat kirin de du Filistînî şehîd bûn.

Hat ragihandin ku piştî êrîşî îşxalkeran bi lez êrîşekî dinê jî kir û cenazeya şehîdan girt û ji herêmê derket.

Hat destnîşankirin ku navê şehîdan Muhammed Îyad Muhammed Abdullah û Avad Cemîl Sakr Omer in. (ÎLKHA)