Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, nirxandina rojevê ya partîya xwe di civîna çapemenîyê ya li Meclîsê de parve kir.

Di axavtina Ramanli de bal li ser dersên bijarte hat kişandin, Ramanli ji ber vê yekê axavtina xwe jî bi Kurmancî kir.

Ramanli, “Îro ez dixwazim li ser zimanê me zimanê Kurmancî û Zazakî hinek parvekirina bi hev re parvekin. Lewra her ku diçe zimanê me ber bi hindayîyê ve diçe. Êdî her keç û xortê me bi zimanê xwe napeyîvin. Nizanin binivîsînin û bixweyînin, her ku diçe zimanê me jî winda dibe. Her çiqas sala çûyîn ji bona dersên bijarte yê ziman me hewl da û kampanyayek lidarxist, me dixwest ku bi hezaran kes zarokên xwe teşwîqî van dersan bikin. Dersên ziman tercîh bikin. Lê mixabin em negihîştên armancê xwe ku bi dilê me be. Zêdeyî 6 hezar kes zêdetir par van dersan tercîh kirin. Tiştê ku me dît û tecrûbe kir ev e, berîya van xebatan bi mehan lazim e em dest bi xebatan bikin. Lewra ji sedî heştê gelê me nizanin ku dersên bijarte derheqê ziman de heye û Wezareta Perwerdehîyê îmkan daye me ku em zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin. Ji ber vê awayî lazim e em vê hişbendîyê xurtir bikin, zêdetir bikin û belav bikin li temamê Tirkîye.”

“Em hêna jî dizanin ku di gelek cîhan, sazîyên fermî de ziman tê qedexekirin”

Ramanli îfade kir ku divê îmkana dersên bijarte bêne nirxandin, “Madem ev îmkan niha heye, di dibistana navîn de Wezareta Perwerdehîyê vê îmkanê daye me çima em vê îmkanê ji destê xwe berdin. Lazim e em vê îmkanê bicîh bînin. Bi salan e me digot hebûna me tê înkarkirin, zimanê me tê qedexekirin, hêna jî niha di gelek cîhan de, di cîhên fermî de zimanê me qedexeye. Em vêya dizanin. Lê nayê vê maneyê ku em van îmkanên ku îro di destê me de ye em dikarin bikin ji destê xwe berdin. Her çi îmkanê ku di destê me de lazim e ku em bişixulînin divê em tev bikarbînin û zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin. Ne tenê ziman, pêre pêre elimandin û hînkirina edebîyata Kurdî, dîroka Kurdî wê hişmendîyê mezin di nav gelê me de zêde bike. Lewra Xwedê Teala di Qurana Pîroz de ji me teva re gotîye. Rengê me, şeklê me, zimanê me qewmîyetê me ji hev cuda ne ew jî ayetên Xwedê ne. Ev cudabûn nabe sebebê şer û pevçûnê, nabe sebeba şerê navxweyî. Em 85 milyon însan li ser vê axa Tirkîye bi hev re nêzê 100 salî dijîn. Xwedê derketina bi zimanê xwe, her çi bi Kurdî, zazakî, çerkezî, lazî ferq tineye. Em tev hemwelatîyê hev in û heq û mafê me wek hev heye em li ser vê axa Tirkîyeyê bijîn. Belê rast e gelek kes li ser van cudayetîyên me dixwazin ku em bi hev kevin, em ji hev biçin, biratîya xwe xera bikin lê em jî dizanin û neyarên me jî dizanin em Misilman in, em birayên hevdû ne. Xwedayê Teala û Pêxemberê me rê nîşanê me daye ku lazim e em hev hez bikin hev qebûl bikin. Bi rengê xwe bi zimanê xwe em hevdu ji hev dûr nekin.

“Em ê berê zarokên xwe bidin dersên bijarte (Kurmancî)”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de weha got, “Di vî warî de berîya ku em gazinê xwe li hikumetê bikin, berîya ku em gazinê xwe ji Wezareta Perwerdehîyê bikin pêşî em ê gazinên xwe ji xwe bînin. Di serî de em ê wezîfe û mesûlîyeta xwe bicîh bînin. Berîya her tiştî em ê berê zarokê xwe bidin dersên  bijarte. Belê ew ê serê salê wê dest pê bike, lê berîya ku serê salê were ev sê çar mehê ku hêj maye, em dixwazin ku kampanyayekî li dar bixin. Bi berfirehî û fealîyetên curbecur em dixwazin ku însanên xwe hişyar bikin. Da ku zanibin bila ev îmkan heye. Bi rastî jî dema ku par me dest bi kampanyayê kir. Ev sazîyên sîvîl ku dest bi van karan dikin. Ew jî dibêjin ku hêj gelek kes nizanin ku ev îmkan ji gelê Kurd re heye. Ji sala 2012an vir ve Wezareta Perwedehîyê vê îmkanê daye me. Lê mixabin me vê îmkanê bikarneanîtîye. Wezareta Perwerdehîyê li hêvîya meye ku em berê zarokên xwe bidine van dersan ku bijarte bikin. Da ku ew jî ji me re mamosteyên Kurdî zêdetir bikin. Çiqas tercîh kêmbin mamoste jî nayên tayînkirin. Ê lê dema ku hinek rêveberên dibistanan agahdarîyê nadine gelê me, nadine dê û bavan, hin jî bi tirsa ku li ser navê rêxistina bêne hesibandin ji ber vê tirsê naxwazin agahdarîyê bidine dê û bavan jî. Lê lazim e ku em jî ji cîhekî dest pê bikin. Par me destpêkek danî lê lazim e em di vê rê de bimeşin da ku gelê me jî berê zarokên xwe bide van dersên bijarte.”

“Îsal hêvî dikin ku bi 10 hezaran zarokên me dersên bijarte tercîh bikin”

Ramanli herî dawîn weha axivî, “Bi heman cureyên fealîyetan îro îlana destpêkirina vê kampanyayê em dikin. Û her çi sîyasî partîyên ji hev cuda hebin, navê wan çibe ji me re ferq nake em ê wan teşwîq bikin. Her çi sazîyên sîvîl û şexsîyetên hêja hebin di vî warî de bixebitin, rewşenbîrên me keda xwe birjînin em jî hevalên wan in, hevalmendên wan in û piştrigîrîya wan dikin. Helbet di derheqê wezareta perwerdehîyê de hin xebat jî bi rastî lazim in. Lewra lazim e pêşîya van dersên bijarte bêne vekirin. Kes netirsîyek, tehlîkeyek ji xwe re nebîne û zarokê xwe bi van dersan bide ku perwerde bibin fêrî zimanê xwe bibin. Înşaallah ez vê mizgînîyê didim. Par sala çûyî belkî zêdeyî 6 hezar zêdetir zarok van dersan tercîh kirin. Hem bi wesîleya kampanyaya me hem bi wesîleya kampanyayên sazîyên sîvîl. Lê em hêvî dikin û dixwazin Înşaallah bi dehhezaran din jî îsal wê zarokên me van dersên bijarte tercîh bikin. Û ez bang li dê û bavan dikim, nehêlin ku zimanê me bê jibîrkirin. Îro bi her awayî zarokên me asîmîle dibin, zimanê xwe winda dikin, orf û adetên me kevneşopîyên me her diçe winda dibe. Em nehêlin, em pêşîya vê xerabîyê bigrin ya ku Xwedê ji me qebûl bike ya ku me jî serfiraz û serbilind bike ev e.” (ÎLKHA)