Dînç ku di Meclîsê de ji meseleya xeyn ji meseleyên rojevê biaxive destûr xwest û destnîşan kir ku her daîm ji cîhê “tedbîrên pêşîgirtina cînayetan” li ser encaman tê sekinandin, wî îfade kir ku hewceye mitleqe hesabê her tiştên ku neslê kaşê întîhar û cînayetê dike bê pirsîn.

Dînç, îfade kir ku fikrên ji rê derketî û leyîstikên sanal ên ku ciwanan terorîze dikin; herî kêm qasî terorîstekî ku çek û bombeyên wî heye talûke ye.

Dînç weha got, “Canîyekî 19 salî berîya ku 2 zarokên qîzîn bi wehşîyane qetil bike di medyaya civakî de îlan dike ku ew ê cînayetekî pêk bîne. Di medyaya civakî de di alîyekî de propagandaya ji rê derketîyê tê kirin, zarokên me yên qîzîn dûçarê şantajê dibin, mirovên ku eraq û tiryakê difroşin zêhnê însanên me îfsad dikin, dewleta ku li gorî makeqanûnê divê neslê biparêze, mecbûre ku tedbîrên pêşgirtî bigre. Nirxên Menewî û Zanist; wek du perên kevokekî ye. Nesla ku ji menewîyatê bê veqetandin dema ku bi perekî bimîne dikeve nav dawa terora dîjîtalê. Di cîhê divê em tedbîrên pêşîgirtina sûcan biaxivin de em radibin encaman xeber didin. Fikrên ji rê derketî û leyîstikên sanal ên ku ciwanan terorîze dike; herî kêm qasî terorîstekî ku çek û bombeyên wî heye talûke ye. Divê mutleqe hesabê hemû hilberînên ku berê neslê dide cînayet û întîharê bê pirsîn.” (ÎLKHA)