Kameramanê televizyona "El-Eqsa" û nûçegihanê wêneyan Mihemed El-Tenanî di êrîşa hewayî ya ku ji aliyê rejima qatil ve li ser Cibaliya li bakurê Xezzeyê hat kirin de şehîd bû.

Di êrîşê de muxabîr Tamir Lebed jî birîndar bû.

Rejîma qirker destûr neda ku ambûlans xwe bigihînin ekîba televîzyona “El-Aqsa”.

Di daxuyanîya ku ji alîyê Biroya Çapemeniyê ya girêdayî hikûmetê ya li Xezzeyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di êrîşên îşxalkeran ên ji 7ê Cotmehê û vir ve de hejmara rojnamegerên hatine kuştin derket 176an.

Ofîsa Ragihandinê pêştir ragihandibû ku rejîma sîyonîstî "ji bo bêdengkirina çîroka Filistînê, veşartina rastiyan û nehiştina nûçe û agahiyan bigihîne raya giştî ya navçeyî û navneteweyî, bi qestî rojnamevanan li Xezzeyê qetil kir". (ÎLKHA)