Li bajarê Hadara yê dikeve bakurê Tel Avîvê ku yek ji herêmên îşxalkirî yên Filistînê ye, çalakîya bi kêran hat lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku çavkanîyên xeberên sîyonîst dane, di vê çalakiyê de 6 kes birîndar bûne.

Polîsê rejîmê ragihand ku rewşa 3 ji birîndaran giran e.

Hate diyarkirin ku di hefteyên dawî de çalakiyên li dijî îşxalkern zêde bûne. (ÎLKHA)