Di operasyonên ku li Erzirom navendî 6 bajaran hatin lidarxistin de, li dijî mirovên ku beşdarî bûyerên 6-8ê Cotmehê bûne xebat hat lidatxistin.

Ekîbên Micadeleya bi Terorê û Îstîxbaratê ya Midurtîya Ewlehî ya Bajêr di koordînasyona Serdozgerîya Komarîyê de, hat tespîtkirin ku 28 şikdarên di 6-8-ê  Cotmehê de li Karayazi, Karaçoban, Tekman û Hinisê beşdarî bûyeran bûne.

Di vê çarçoveyê de li Erzirom, Stenbol, Tekîrdax, Mêrsîn, Aydin û Eskîşehîrê operasyon hatin lidarxistin, di encama van operayonan de 25 şikdar hatin binçavkirin.

Şikdarên ku hatin qefaltin, ji Mehkemeya Erziromê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)