Li gorî daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin, di 4ê Cotmeha 2024an de ji teref hêzên Spanya û Fransayê ve ji keştîyekî bi navê RAS a ku ala Tanzanyayê li ser e re operasyon hat lidarxistin û 4 ton kokaîn hat bidestxistin.

Di operasyonê de 7 jê Tirk, 2 jê Ezerbaycan û 1 jî jê Hollandayî tev de 10 kes hatin qefaltin.

Serokatîya me ya Daîreya Micadeleya bi Sûcên Narkotîk a Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê bi lez bi polêsê Spanyayê ve ketin nav têkilîyê û vê pêvajoyê bi hev re îdare dikin. (ÎLKHA)