Koçberên ku bi hatina zivistanê dest bi vegerê kirin, di rêyên toz û dûmanê de vegera xwe bikartînin.

Koçberên ku di meha zivistanê de jîyanên xwe li herêmên germ îdare dikin, bi destpêkirina havînê jî xwe didin cîhên hênik. Hem rêya çundin û hem jî rêya vegerê gelek zor û zehmet e.

Şivan Mewlûd jî ji ÎLKHAyê re axivî û qala rewşa şivanîyê kir.

Mewlûd, “Em di meha Gulanê de bi tevî pez diçin kuna. Helbet zor zehmetîya vê karê heye. Mînak li wê derê ceryana me tineye, sarincên me tinene pirsgirêkên ku em bibêjin tineye derew e. Ciwanên me jî dibêjin bila înternet hebe, bila ceryan hebe. Em wan îdare dikin lê em ji dewletê vêya hêvî dikin. Bila ji me re rê çêbikin, cîhê avê çêbikin, ji bo debarê kar ji me re çêbikin. Em 3 mehê havînê jî li wê derê dimînin û dema ku meha Cotmehê tê êdî sar dibe, berf û baran dibare û em jî dest vegerê dikin. Çîyayê me çîyayê Beydaxê ye li Meletî. Em ê niha jî li deştê bin, wê pez vana biçêrin heta zivistanê. Dema zivistanê jî em ê êm bidin wan. Dûre wê berx çêbibin. Em ê baxima wan berxan jî bikin. Mînak dewlet di vî warî de di alîyê derman û derzîyan de alîyê me dike lê qîm nake.”

Mewlûd derheqê şivanîyê de jî axivî û weha got, “Ji xwe ev kar karê Pêxemberê me ye. Em karê xwe hez dikin û karekî baş e jî. Zehmetîya vê karê heye, mînak em li gund 100 mal in du kerîyên me hene. Çima ji ber ku zehmet e. Ciwan vî karî nakin. Ê ji xwe li vê derê jî febrîqe tinene tiştekî dinê tinene bes karê haywanan heye. Piranîya xelkê me bi heywanan xwe îdare xwe dikin. “ (ÎLKHA)