Tûgayên Qessam di yekemîn salvegera Operasyona Tofana Eqsayê de li Xezzeyê operasyonên xwe zêde dikin û derbeyên giran li îşxalkeran didin.

Qessam di daxuyanîya xwe ya li ser kanala xwe ya Telegramê da der barê operasyonên ku di nava rojê da li dar xistin de diyar kir ku mucahidîn li rojavayê kampa Cebaliyeyê li bakurê rojavayê kampa Cebaliyeyê li nêzî navenda Weqfa Beytnayê bombeya teqemenî ya ku hedef hatibû girtin li baregeheke sîyonîst teqandin.

Tûgayan, " li nêzî konteynera Tirkiyeyê li rojavayê kempa Cebeliyê tanka "Merkava 4" ya sîyonîst bi teqemeniya "Şawaz”ê kirin hedef.

Qessam ragihand ku mucahidên wî li herêma El Tewam li bakurê rojavayê bajarê Xezzeyê ji sifirê yek ji eskerên siyonîst bêbandor kirin û paşê jî bi teqemeniya "Radiye"yê hêzên rizgarker ên siyonîst ku hatin cihê bûyerê kirin hedef û kuştin û birîndar kirin.

Tûgayên Qessam diyar kirin ku mucahîdên wan bi hêzeke taybet a siyonîst re li devera "Block 2" ya kempa Cebeliya li bakurê Xezzeyê ketine pevçûnê û karîne wan bikujin û birîndar bikin. (ÎLKHA)