Qeza, doh di seat 19.30yan de li Taxa Cevatpaşaya navçeya Yeşîlyurdê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxisitn wesayîta bi plaqeya 44 AGR 198 ya ku di bin îdareya B.K. de bû, bi wesayîta bi plaqeya 14 FJ 995 ya di bin îdareya S.B. de û wesayîta bi plaqeya 44 AEU 705 ya ku di bin îdareya F.A. de bû qelibî.

Di encama qezayê de B.K. yê şofêrê wesayîta bi plaqeya 44 AGR 198 û rêwîyên A.O, M.M.D, M.G. û S.T. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)