Li gorî xebera ku Ajansa Xebera Netewî ya Libnanê daxuyandîye, di daxuyanîya ku ji teref Navenda Operasyona Acîl a Tendurîstîya Gel a Wezareta Tenduristîyê ve hatîye belavkirin de, di êrîşên rejîma îşxalkeran de di nav 24 seatên dawîn de 36 kes şehîd bûne, 150 kes jî birîndar bûne.

Bi tevî van şehîd û birîndaran di êrîşên ku ji Libnanê re hatine kirin de hejmarê şehîdan derketîya 2 hezar û 119an, hejmarê birîndaran jî derketîye 10 hezar û 19 kesan.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji bo mirovên ku ji cîhê xwe bûne re 990 navend hatine vekirin, ji vana jî 781ê wan gihaştîye asta herî bilind, ji navendên ku di weşana îdareyê ku ji teref Odeya Operasyona Netewî ve hatîye belavkirin de jî 181 hezar û 700 mirovên ku ji cîhê xwe bûne jî hatine qeydkirin.” (ÎLKHA)