Li gorî qenala El Hades TVyê li herêma Mezzaya rojavaya Şamê avahîyek hat bombekirin.

Li gorî TV êrîş, ji avahîyekî ku 1 kîlometre dûrê balyozxaneya Îranê ya li Sûrîyeyê ye re hatîye kirin û di êrîşê de hinek kes canê xwe ji dest dane.

Wezareta Parastin a Sûrîyeyê jî daxuyand ku di êrîşê de 7 kes canê xwe ji dest dane, 11 kes jî birîndar bûne.

Cîhê bûyerê ji teref polês ve hat lêkolînkirin, ekîbên îtfaîye û xelaskirinê jî li herêmê xebat dan destpêkirin.

Ajansa Xeber a Rejîmê SANA diyar kiribû sîstemên hewayê ya rejîmê jî êrîşekî asteng kiribûn.

Di 1ê Nîsanê de balafirên îşxalkeran beşekî alîyê Konsulxaneya Sûrîyeyê ya Îranê re êrîş li dar xistibûn, di vê êrîşê de jî 7 şêwirmendên leşkerî yên Pasdaranê û 6 welatîyên Sûrîyeyê canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)