Li gorî artêşa îşxalê, di pevçûnên li nêzê sînorê Libnanê de 30, li Xezzeyê jî 18 sîyonîst birîndar bûne.

Doh piştî nîvroyê jî Hîzbullah daxuyandibû ku ew ji teşebûsa artêşa îşxalê ya ji têketina sînora Labounehê re bûne asteng û nehiştine ku bikevin hindir.

Hîzbullah di daxuyanîya xwe de îfade kir ku îşxal bi buldozerek û wesayîtekî berê xwe daye herêma Labounehê û ji wan leşkeran re bi top û roketan astengîyan derxistine.

Hîzbullah, destnîşan kir ku ew gelek hêzên îşxalê bêtesîr kirine û birîndar kirine. (ÎLKHA)