Qeza, doh di seat 15.00an de li Taxa Hanimin Çîiftligi ya navçeya Bettakgazîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa nav bajêr a bi plaqeya 44 H 0089 ya ku di bin îdareya F.K. de û û serwîsa xwendekaran a bi plaqeya 44 AED 745 ya ku di bin îdareya M.B. de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de rêwîyekî bi navê Z.A., herdu şofêr  û 22 xwendekar birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês, îtfaîye û AFADê hat sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)