Di encama bombebarana balefirên şer ên qatilên siyonîst ên îşxalker de li devera ku welatiyên sivîl li îstasyona tijîkirina avê li bakurê bajarê Refehê li başûrê Xezzeyê kom bûne, 8 Filistînî şehîd bûn.

Hat ragihandin ku îşxalkeran li herêma Xirbet el-Ades komek Filistînî hedef girtin û di êrîşê de şehîd û birîndar hene.

Çavkaniyên Nexweşxaneya Xezze-Ewrûpayê jî ragihandin ku piştî êrîşa kujerên siyonîst li herêma Xirbet el-Ades li bakurê bajarê Refehê ku sivîlan kirin hedef, cenazeyên 8 Filistîniyan anîn nexweşxaneyê. (ÎLKHA)