Êrîşên rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê bênavber berdewam dikin.

Rejima qatil, di salvegera herba qirkirinê de li dijî bakur, başûr û nav Xezzeyê êrîşan pêk anît.

Di êrîşên ku ji bejahî û hewayê ve hatin lidarxistin de, malên ku sîvîl di nav de bûn û cîhên ku mirov bi komî li wê derê diman hatin hedefgirtin.

Li gorî agahîyên ku çavkanîyên tenduristîyê hatine bidestxistin, di encama êrîşan de zarok jî di nav de 50 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşa rejîma îşxalker de heta niha 41 hezar 909 Filistînî şehîd bûne.

Hejmarê birîndaran jî derketîye 97 hezar û 303 kesan. (ÎLKHA)