Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, di salvegera operasyona Tofana Eqsayê de peyameke bi vîdeoyê parve kir.

Ebû Ubeyde ku li ser qenala Telegramê axivî derheqê operasyona Tofana Eqsayê ku di 7ê Cotmeha 2023yan de dest pê kiribû de weha got, “Operasyonekî ku ekîbekî leşkerîya sûcdar a ku bi hemû sîstemên îstîxbarat û muharebeyê hatîye qewetkirin hedef girtîye ye, ev operayon hemd ji Xwedê re ku operasyonekî herî profesyonel û serfiraz e.”

Ebû Ubeyde weha got:

“Xelkê me digel, neserfirazîya cîwanên me, tirsonektîya rejîman û hevkarîyan sûcan, hêzên êrîşdar û gemar ên dijmin biryarîyekî bi nav û deng nîşan daye.

Li derdorê Filistînê cepheyên ku li cem xelkê me ne û destekê didin wan, rasterast bi dijmin re herbê dikin û ji wan re zayîadên mezin didin hene.

Yemen û Iraq, bi balafirên bêînsan yê hewayê li ser asîmanên Filistîna îşxalkirî digerin, li dijmin dixin û zayîadên mezin didin wan.

Salekî piştî Operasyona Tofana Eqsayê Komarîya Îslam a Îranê ji dijmin re bi operayona Weadul Heq êrîş dike.

Yê vê sazîyê (sîyonîst) di nav hev de dihêle benên wî yên her daîm ên li Emrîkayê ne û van benan bê guman ew ê bêne qetandin.

Operasyonên berxwedanê qapasîteya ewlehî û parastina dijmin winda dike, dibe sedema zayîadên aborî û ew mecbûr dimînin ku cîhê xwe terk dikin.

Hebûna sîyonîst jîyana xwe wek ku ji teref hemû milet û gelên azad ve hatine dûrxistin bijîn.

Piştî salekî em, digel dijminekî zalim a ji teref Emrîkayîyan ve û Rojavayê ve tê piştgirîkirin, bi xelkekî Filistînî ya ku berxwedanekî bi nav û deng nîşan didin re rûbirûne.

Salekî derbas bû û hêna jî em bi dijminekî zalim a ku ji bikaranîtina sûcan şerm nake re di nav herbekî ku ne adile de micadeleyê dikin.

Me bi hezaran leşkerên dijmin kuşt û birîndar kir, bi sedan wesayîtên leşkerî tune kir.

Dijminê pozbilind çi dersên dîrokê çi rastîyê çi jî çanda gel û ummeta me fêhm dike.

Micahîdên m eyên jiher alî û şervanên me yên berxwedanê, di santîmetrekareya Xezzeyê, li cem leşkerên dijmin, wesayît an jî qelebalîya leşkerî ya dijmin bi qerarî û qehremanî micadeleyên xwe didomînin.

Hemd ji Xwedê re me taktîkên xwe yên herbê, formasyona xwe ya herbê, metodên xwe yên xebatê damîma li gorî şert û mercên mewcûd ûs enaryoyan pêşve bir.

Bi alîkarî û qeweta Xwedê, biryar û bijartine me, heta ku îşxal êrîşdarîya xwe bidomîne, em ê ji bo dijmin ji herbekî dirêj, jandar û baha re berdewam bikin.

Hezkirîyên sîyonîst ên li hember sûîqestên ji serokên tegvera me û serokê micahîdê mezin Îsmaîl Henîyye (Xwedê rehma xwe lê bike) re,  ji kîbra dijmin re delîla herî mezin e.

Sûîqesta dijmin a bi tevî serok Seyyîd Hesen Nesrullah ji serokên me re, kêfekî xeyalî û demborî ye. kengî sûîqest ji bo tevgerên berxwedan û azadîyan bûye dawî?

Dîroka şoreşa me ya Erep û Filistînê, bi mînakên ku kêfan ji xemgînîyê re vedigerînin re tijîye.

Ger ku sûîqest zefer bibûne, ew ê 90 sal berê ji kuştina Şêx Îzzeddîn el Qessam vir ve ew ê berxwedan dawî bibûna. Encax digel her tiştî berxwedan berdewam kir û qewettir bû.

Îro birayên me yên di Hîzbullah de dibêjin ku, ji qeweta we ye jandayîna ji dijmin re û qidreta we re bawerî dikin.

Tiştên ku li kampên Şerîeya Rojava qewimîn piştrast dike ku siyaseta dijmin biryareke stratejîk e û li her derê axa me tê meşandin.

Ev îxşal, nemaze dewleta terorîst a niha, naxwaze yek Filistînî li rojavayê çemê Urdunê bibîne.

Dijmin tenê ji zimanê hêzê fam dike, çek jî ancax bi çekan dikarin bên bersivandin.

Operasyona Yafa ya dawîn tenê beşek e ji ya ku dê paşê bibe, û bi îzna Xwedê, ya din dê dijwartir be.

Em bang li birayên xwe yên li Şerîeya Rojava dikin ku li dijî hovîtî û sûcên dijmin berxwedana xwe mezin bikin

Ji roja ewil ve me xwest em girtiyan biparêzin û mihafaza bikin.

Em ji raya giştî ya îşxalker re dibêjin, ger we xizmeta armancên Netanyahu nekirana, we dikaribû salek berê dîlên xwe paşve bigirta.

Tiştê ku hat serê şeş ​​girtiyên li Refahê, dibe ku were serê yên din jî heya ku Netanyahu û hukûmeta wî ya terorîst nerazî bimînin.

Metirsiyên li ser girtiyên Îsraîlî roj bi roj zêde dibin. Di qada şer de, esîrên wan dikevin ber gulebarana xaçerê û dibe ku agirê dijmin.

Em bang li alimên ummetê dikin ku ji mehkûmbûna şermezarkirina devkî derkevin û ji wan re bibêjin: Ma hûn li benda xebera rûxandina Mescida Eqsayê ne?

Em bang li alimên ummetê dikin ku giraniya tiştên ku li gelê me tê kirin û li perestgehên îslamî û xiristiyanî tên kirin." (ÎLKHA)