Yasîn Borû, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Turan Yavaş, Rîyad Guneş û Cumalî Guneş di 6-8ê Cotmeha 2014an de ji teref çeteyên PKKê ve dema ku goştê qurbanê belav dikirin hatin şehîdkirin, li ser şehadeta şehîdan 10 sal derbas bûn.

Di salvegera şehîdan de ji teref Cemîyeta Mistezefan û Platforma Karwanê Şehîdan ve li ser gora wan bername hat tertîpkirin.

Ji bernameya ku di Goristana Yenîkoya li navçeya Rezan de hatibû tertîpkirin re Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, malbatên şehîdan û hevaldozên şehîdan beşdarî bûn.

Yapicioglu di axavtina xwe de qala wehşeta ku 10 sal berê hatîya kirin kir û bal kişand ku îro wehşetekî heman li Xezzeyê pêk tê.

“Kerîyê qatil a zêhnîyeta sîyonîst ciwanên me yên nazenîn qetil kirin”

Yapicioglu îfade kir ku bûyerên jandar ên ku di sala 2014an de li Eyda Qurbanê de li Dîyarbekir û bajar û navçeyên dinê pêk hatine ku nedixwestin tiştekî wisa bibînin dîtine û jîyandine, “Komekî ku dibe ku dersa xwe ya wehşetê ji sîyonîstan standibe, derdorê kirin wek meydana herbê. Ciwanên me yên nazenîn ku ji destpêka herba navxweyî ya Sûrîyeyê vir ve ji însanan re goştê qurbanê belav dikirin, bi teqîba kerîyê qatil ên bi zêhnîyeta sîyonîst di nav avahîyekî de hatin astengkirin û qetilkirin.”

Yapicioglu dûre weha got, “Ev zêhnîyet li Wanê, Colemêrgê û gelek bajaran dest pê kir û belav bû û însanên mesûm di bûyerên bi beheneya Kobanê hatibûn destpêkirin de mînak Yasîn, Hesen, Huseyîn, Rîyad, Cumalî, Turan û dûre jî Aytaç û çend roj paşê jî li Çewligê birayên me Fethî û Cengîz hatin hedefgirtin. Ew ji mehrûm û mihtacên ku ji Kobanê revîyabûn û hatibûn li vê derê re destên xwe yên alîkarîyê dirêj dikirin. Wan kesên ku ji zêhnîyeta sîyonîst dersa wehşetê standibûn, dîmenên ku me di dîrokê de nedîtîye dan ber çavên me.”

“Ew dîtin ku maneya nifrên dayîkekî tê çi maneyê û bi îzna Xwedê ew ê ev dîtina wan bidome jî”

Yapicioglu îfade kir ku di dîrokê de gelek wehşet pêk hatine, van wehşetan hinekên wan bi çekan, hinekên wan bi kêr û şûran, hinekên wan bi dar û keviran pêk hatine. Lê ya ku di qetlîama Yasîn Boru de vana ku bal dikşîne ser xwe ev e ku di dîrokê de jî tiştekî ewakî nehatîye dîtin, van tiştan tevekîyan li ser mirovekî an jî ji çend mirovan re hatine kirin.

Yapicioglu qala wê qetlîamê jî kir û weha got:

“Serê ewil hatin kêrkirin, gule li ser wan hat reşandin, ji bilindahîyê hatin avêtin, bi kevir û daran li wan xistin. Qîma wan nekir û bi wesayîtê li ser wan derbas bûn herî dawîn jî benzînê li ser wan rijandin û wan şewitandin. Bi rastî jî di warê wehşetê de keftar jî ji wan şerm kirin û ew jî nikaribûn wehşetekî ewakî bikirana. Di wê rojê de jî me gotibû, ‘bi îzna Xwedê ev weşhet rûyê wan ê reş e û ji bo wan destpêka dawîyê ye.’ Dîya Yasînê me yê ku di nav şehîdên me de herî ciwan ew e xûşka me ya Hatîce, çûbû Mekkeyê û bi lîbasê Kabeyê girt û yên ku Yasîn kiribûn wê halê, yên ku emir dabûn û yên ku wan bûyeran temaşe dikirin şîkayetê Xwedê kiribû. Me jî wê çaxê gotibû ku ‘Vê şîkayetê wisa wek normal nebînin’. Hûn ji nifrên dayîkek ku dilê wê şewitîyê û destê xwe avêtîye lîbasa Kabeyê natirsin, ger ku hûn netirsin hûnê di demeke kurt de fêhm bikin ku ev tê çi maneyê, dîtin jî û bi îzna Xwedê ew ê dîtina wan bidome jî.”

“Em ê carekî dinê van axan teslîmê kufrê nekir û teslîmê zêhnîyeta kifrê jî nekin”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Li Filistînê Tofanekî Eqsayê çêbû û li wê derê jî qetlîam didomin. Li wê derê bebik, pîrek û însanên îxtîyar dimrin. Zêhnîyet heman zêhnîyet e. Ew ê bêguman zilm rojekî dawî bibe. Ger ku bi kuştinê qetlîam bigîştana hedefên xwe, di dîrokê de gelek qetlîam çêbûne lê yên ku winda kirine daîma qatil bûne. Ew me kuştin em jî bi mirinê zêde bûn. Me van şehîdên xwe bîrva nekir, em ê bîrva nekin û nedin jibîrkirin jî. Em ê vê wehşet û qetlîamê nedin jibîrkirin ku bila wehşet û qetlîamên ewakî cardin pêk neynê. Ji bo wefadarîya me ya ji şehîdên me re divê em daîma yadîgarên wan zindî bihêlin. Em ê van axên ku bi xwîna şehîdan hatine avdanê careke din ji kufrê re teslîm nekin û bi îzna Xwedê em ê cardin ji zêhnîyeta sîyonîstan re jî teslîm nekin. Xwedayê dilovan bila van şehîdan wek şehîdên di rêya xwe de qebûl bike.”

Piştî axavtina Yapicioglu Serokê Giştî yê Platforma Karwanê Şehîdan Mele Omer Çelîk jî axavtinek kir û peyamên gelek muhîm da.

“Me van birayên xwe yên ku bi wehşîyane hatine qetilkirin bîrva nekirîye, wê nedin jibîrkirin jî”

Çelîk îfade kir ku ew Yasîn Boru û hevalên wî yên ku 10 sal berê bi wehşîyane hatine qetilkirin bîrva nekirine, “Em vêya baş dizanin yên ku bîrva kirine di çopa dîrokê de hatine jibîrkirin. Ji ber vê yekê sehabe ji zarokên xwe re navê şehîdan didan; ji zarokên xwe re herbên hendek, uhud û bedrê didan bîrkirin, sîyerê ji sebîyên xwe re didan hifzkirin ku bila neslên ku têne jibîrnekin. Me jî van birayên xwe yên ku bi wehşîyane hatine qetilkirin bîrva nekirîye.”

Çelîk bal kişand ku armanca hatine dinyayê ya Misilmanan ji bo ebdîtîya ji Xwedê re, şopandina rêya Pêxember û micadeleya bi kifrê re ye, “Ev tiştê Xwedê ji me re nivisandîye. Em muminên ku wezîfeya me ya tesîskirina medenîyeta Xwedê ya li ser rûyê erdê heye ne, ehlê kufrê yê ku li hemberê me ye jî memurên ji tesîskirina medenîyeta şeytan wezîfedar in. Em ji Hezretî Adem heta niha di nav herbekî de ne. Ger ku em berê xwe bidin dinyayê; wezîfe, micadele û herbê bîrva bikin em ê di bin nigan de bêne eciqandin. Em ê hem dinya hem jî axireta xwe winda bikin.”

“Divê em ji hemû gotin û fiîlên ku ji yekîtîya me re dibe asteng û xera dike xwe dûr bixin”

Çelîk, “Ji ber ku em Misilman wezîfeya ku li ser milê me ye bicîh neanîtine îro dinya bûye wek qazana fitnê, erdnigarîyekî ku li wê derê mezlum tinebe nemaye û qîrîna mistezefan asîmanê diçirîne. Dema ku me micadeleyê û herbê nekir ehlê dinyayê kifr hakim bûye. Dema ku kafir bi Misilmanan re herbê dikin tev dibin yek û têne. Çîmkî di hedefê de Misilman hene.”

Çelîk, di berdwama axavtina xwe de derheqê berxwedana bi nav û deng a micahîdên li Xezzeyê de axivî û weha got, “Niha li hember kulmekî egîdan Emrîka, îsraîl, Îngilistan, Elmanya, Siûd, Kanada û gelek welat bûne yek. Ehlê kifrê yek e çima em jî nebin yek, di nav yekîtîyê de nabin yek? Ji ber vê yekê divê em ji hemû gotin û fiîlên ku zerarê dide yekîtîya me xwe dûr bixin. Gelek dewletên wehşî hatine cem hev, bi hezaran ton bombe avêtine lê şêrên Xwedê hêna jî bi wan re micadeleyê dikin. Ev alîkarîya Xwedê ye. Ger ku em jî micadeleyê bikin, mirinê bidin ber çavên xwe ew ê Xwedê alîyê me jî bike.”

“Îsraîl; wek rêxistina mirted û amûrên wî yên sîyasî bi gelek însanên firotî ji doza xwe re destekê digere”

Çelîk îfade kir ku îro mistekbîrên dinyayê wek kuçikan ji îsraîlê re ebdîtîyê dikin û ji HUDA PARa pak û paqij re îftîrayan davêjin, “îsraîlê bi serokên Ewrûpayê ku wan standîye bi serokên welatên Îslamê ku wan standîye û wek firotîyên rêxistina mirtedê û amûrên sîyasî yên di nav me de ji doza xwe re destekê digere. 10 sal berîya îro bi emrê Emrîka û îsraîlê van ciwanên me bi wehşîyane hatin qetilkirin. Piştî 10 salan dîsa bi emrê îsraîlê ji HUDA PARê re xwestin ku lekeyê bavêjin. Li ser cînayeta Narîna me ya nazenîn wek kuçikên wehşî êrîşî HUDA PARê kirin.”

“Hûn bi navê Marksîzm, Lenînîzm, Komînîzmê derketin holê; niha ji emperyalîzmê re bûne ker”

Mele Omer Çelîk di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ma wan zarokên mesûm ku têne kuştin hûn dibêjin qey di etra wan de ne ku van însanên genî ji Misilmanan re îftîrayan davêjin? Ew di warê îftîra, operasyona îdraqê û rezîltîyê de wek îsraîla ku hefsarê wan di destê xwe de digre ne. Wek ku Netenyahu hemû rezîltîya xwe davêje ser HAMASê, xulamên îsraîlê yên li vê derê jî hemû pîsîtîyên xwe yên ku dikin davêjên ser Misilmanan û bi vê şeklê dixwazin ku xwe paqij bikin. Hûn qala kuştina zarokan û zewicandina zarokan dikin? We hindik zarokan kuşt? We di çalakîya xwe ya ewil a ku li Sêrtê li dar xist de bebika ku di nav qundaxê de bû kuşt. Hemû pîsîtî, gemarî, fikrên ji rê derketî, xerabî, tiryak û wehşet bi we re ye….”

“Sebra Misilmanan nemaye. Bêdengîya me ne ku em ditirsin e, ji ber ku em mesleheta xelkê Kurd dixwazin ji ber wê ye”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de weha got, “Hûnê ji me re gotinan bibêjin? Tu gotinekî ku hûn ji me re bibêjin tuneye. We xeyn ji xelkê Kurd ji hemû kesan re xulamtîyê kirîye. Hûn bi navê Marksîzm, Lenînîzm, Komînîzmê derketin holê; niha ji emperyalîzmê re bûne ker. We li Sûrîyeyê bi hezaran Kurdan ji bo menfeatên Emrîka û îsraîlê da ber guleyan û we wan da kuştinê. Sebra Misilmanan nemaye. Bêdengîya me ne ku em ditirsin e, ji ber ku em mesleheta xelkê Kurd dixwazin ji ber wê ye. Yan na nîşandayîna hedê ne tiştekî zor e.” (ÎLKHA)