Hat îfadekirin ku teqîn li herêma Bhaduliaya ku girêdayê navçeya Birdbhumê ye di şîrketekî taybet de pêk hatîye.

Polês, destnîşan kir qamyona ku teqemenî barkirîbû dema ku barê xwe vala dikir di wê demê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ve teqîn pêk hat.

Rayedaran diyar kirin ku di encama teqînê de 7 kes mirine û mirovên birîndar jî ji nexweşxaneyê re hatine rakirin.

Derheqê sedema teqînê de hêj tehqîqat berdewam dike. (ÎLKHA)