Berdevkê Hêzên Çekdar ên Tevgera Ensarullahê Yemenê Yehya Serî ragihand ku hêzên wan ên çekdar bi fuzeyên Filistîn-2 û Zulfîkar du hedefên leşkerî yên sîyonîst li Yafaya îşxalkirî xistin û operasyon bi serkeftî bi dawî bû.

Serî diyar kir ku berîya operasyona dawî li herêma Um Raşraş a girêdayî bajarê Eylatê bi balafirên keşfê yên bi tîpa Yafa û Samad 4 operasyon li dar xistine û li Yafaya îşxallkirî jî bi balafirên bêmirov heman operasyon pêk anîne.

Serî diyar kir ku di operasyonan da balafirên bêmirov bi serkeftî li hedefên xwe xistin. (ÎLKHA)