Wezareta Karên Navxweyî ya Xezzeyê di daxûyaniya xwe ya der barê tehdîdên rejîma sîyonîst ên dervakirina Filistîniyan da weha got: "Em careke din bang li welatîyên li bakurê Xezzeyê (Beyt Xanûn, Beyt Lahya û Cîbalîyeyê) dikin ku ji tehdîdên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê ku dibêje malên xwe vala bikin û berê xwe bidin başûr re bersivê nedin."

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat teşwîqkirin ku Filistîniyên li bakurê Xezzeyê "Dema ku talûkeyek hîs bikin herin herêma herî nêzê cihê ku lê dimînin"

Di daxuyanîyê de hat gotin, "Derewên Îsraîlê yên di êrîşên xwe yên ku ev salek e didomin de, bi qetilkirina welatiyên ku diçin başûrê Xezzeyê û hedefgirtina konên koçberan derketiye holê." (ÎLKHA)