Qeza, li Taxa Yaka ya navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 44 AGT 028 a ku rêwîtî dikir û wesayîta bi plaqeya 06 TOK 87 ku ji alîyê dinê ve dihat li hev qelibîn.

Di qezayê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristiyê û polîsan hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî alîkariya ewil li cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)