Serokê Tevgera Ensarullaha Yemenê Abdulmelîk El-Hûsî operasyona Tofana Eqsayê ya ku sala xwe ya ewil temam kir nirxand.

El Hûsî der barê geşedanên sala borî de li televîzyona El-Mesîra daxuyanî da û got, "Em helwesta xwe ya dînî, exlaqî, însanî û prensîb ji bo serketina gelê Filistînê li cepheya Yemenê berdewam dikin."

El-Hûsî destnîşan kir ku rejîma siyonîst ji roja ku li Xezzeyê dest bi komkujî û qirkirinê kirîye heta niha zêdetirî hezar fuze avêtine ser axên îşxalkirî û destnîşan kir ku wan 193 keştiyên girêdayî Emrîka, Îngilîstan û rejîma sîyonîst li Behra Sor hedef girtin.

Ebdulmelik El-Hûsî diyar kir ku Emrîka, rejîma sîyonîst û Îngilîstanê 774 êrîş birine ser Yemenê û di van êrîşan de 82 kes şehîd bûne û 340 kes jî birîndar bûne.

Ebdulmelik El-Hûsî bal kişand ser wê yekê ku ew hewl didin hêza xwe ya leşkerî pêş bixin û got: "Di heyama navborî de wan 11 firokeyên bêmirov ên çekdar ên Emerîkayê xistin xwarê". (ÎLKHA)