El Hayye ku bi vîdeoyê peyamê parve kir, destnîşan kir ku rejîma îşxalker li Rojhilata Navîn “navenda xerakirin û xerabîyê ye”

Hayye ku îfade kir “Heta ku xelkê me mafên xwe nestînin ew ê li herêmê îstîqrar çênebe” weha daxuyanî da, “Îşxal, çavkanîya bêîstîqrarî û xerabîyê ye. Em dixwazin ku em axên xwe û mekanên xwe yên pîroz xelas bikin, dewletekî ku paytexta wî Quds e û serbixwe ye damezrînin, bila penaberên me ji welatên xwe re vegerin û heqê tayînkirina qedera xwe bidestbixin.”

El Hayye, “Xelkê me û doza Filistînê ji teref dijmin (rejîma sîyonîst) ve tê hedefgirtin. Yekîtîya me ya netewî, di bingeha bijartina berxwedanê de rêya tenê ye.” (ÎLKHA)