Hîzbullah, ji Heyfa û Tîberyaya ku di bin îşxalê de ye re fuzeyan avêt.

“televîzyona dewletê” ya qaşo ya rejîma îşxalker, daxuyand ku ji ber fuzeyên ku li navendên Carmel û Korfezê ketine 6 kes birîndar bûne.

Hat îfadekirin ku mirovên birîndar ji bona ku bêne tedawîkirin ji Nexweşxaneya Rambamê re hatine neqilkirin.

Hat diyarkirin ku li Heyfayê ji ber operasyonê perwerdehî qut bûye û ji perwerdehîyê re ji dûrîtî ve berdewam kirin.

Di encama fuzeyên ku ji bajara Tîberyayê hatine avêtin de jî herî kêm kesekî birîndar bûn. (ÎLKHA)