Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, ji 23yê Îlonê vir ve li dijî Libnanê êrîşên xwe didomîne.

Rejîma qatil, li dijî Beyrûda paytexta Libnanê êrîşa asîmanî li dar xist, li herêmê gelek teqînên bişîddet pêk hatin.

Balafirên aîdê rejîma îşxalker, ji herêma Dahîyeyê re êrîşên asîmanî pêk anît.

Piştî teqîna ku di gelek cîhan de pêk hat li herêmê dûman û agir derketin.

Hat destnîşankirin ku ji cîhê bûyerê re gelek ambûlans hatine sewqkirin.

Derheqê candayîn û birîndaran de tu agahîyek nehat dayîn.

Ji herêmê re têketin û derketin bi temamî hatin sekinandin. (ÎLKHA)