Cemîyeta Mistezefan jî ji xelkê Dîyarbekirê ku bi minasebeta salvegera Tofana Eqsayê beşdarî Meşa Eqsayê ya Mezin bûn re peyameke sipasîyê belav kir.

Li ser hîsaba medyaya civakî ya Cemîyetê bi niviskî daxuyanîyek hat parvekirin, di peyamê de bal hat kişandin ku li hember qirkirina çeteyên sîyonîst xelkê Dîyarbekirê cardin nîşan de ku ew ji Tofana Eqsayê re destekê didin.

Di peyama Cemîyeta Mistezefan de weha hat gotin:

“Teşekkur Dîyarbekir

Em wek Cemîyeta Mistezefan bi tevî STKyên Îslamî di salvegera Tofana Eqsayê de li Dîyarbekirê Meşa Eqsayê ya Mezin li dar xist. Em ji hemû hembajarîyên xwe yên ku beşdarî meşa ku me tertîp kiribû bûne re bi dil û can teşekuran dikin. Di vê roja ku maneyeke wî gelek zêde ye ku me di vê rojê de îfade kir em li cem berxwedêrên Misilman ên ku li Xezze, Şerîaya Rojava, Libnan û Yemenê li hember qetlîam û qirkirinan berxwedanê dikin in. We jî di vê rojê de yekîtî, hevkarî û hemberîya xwe ya ji zilmê re bi dengekî mezin diyar kir. Desteka ku we ji Tofana Eqsayê re daye, carekî dinê nîşanî dinyayê daye ku doza Filistînê ne tenê ye. Micadele û tekoşîna me ew ê li hember qirkirinê berdewam bike, em ê di vê rêya pîroz de meşa xwe ya bihev re bidomînin. Em ji hemû mirovên ku alî kirine, keda wan di nav de heye û dil dane ji vê dozê re teşekur dikin, ji Xwedayê dilovan jî dixwazin ku bila rihê me yê yekîtî û piştgirîyê daîma qewettir bike.” (ÎLKHA)